Ji serdema Yekîtiya Sovyetê heta îro bi sedan welatiyên Kurdistanê li Rûsyayê perwerdeya bilind wergirtine.
Hinekan ji wan doktoraya xwe wergirtine û hinek jî hîn xwendekar in.
Prof. Dr. Reşad Mîran yekem welatiyê Kurdistanê ye ku ji destê Serokê Rûsyayê xelateke dewletê wergirtiye.
Serokê Rûsyayê Vladimir Putin, Madalyaya Aleksander Puşkin diyarî Akademîsyenê Kurd Prof. Dr. Reşad Mîran kir.
Merasîma xelatdayînê bi boneya Roja Yekîtiya Neteweyî ya Rûsyayê li Hola Katerînayê ya Kremlînê hat lidarxistin.
"Pêşniyarkirina min bû surprîz"
Dr. Reşad Mîran li ser pirsa ka ev xelat jê re , surprîz bû yan na wiha got:
“Min zanîbû, lê surprîz ew bû ku ez hatibûm pêşniyarkirin.
Ji bo pêşniyarkirina navê min jî, ez pir spasdarê Konsulê Rûsyayê yê li Hewlêrê û Nûnerê Başûrê Kurdistanê yê li Rûsyayê Dr. Danar im. Rola wan pir mezin bû.”
Akademîsyen Reşad Mîran wergirtina xelateke wiha wekî serbilindiya tevahiya Kurdistanê dibîne û wiha lê zêde kir:
"Min master û doktoraya xwe li Moskowê wergirt"
Dr. Reşad Mîran piştî 40 salan ew dîsa li hewşa zanîngeha xwe ye û wan salan wiha bi bîr tîne:
“Sala 1980'yî ez hatim Moskowê. Li Moskowê min li Enstîtuya Rojhilatnasiyê wekî stajyerekî dest bi perwerdeyê kir.
Paşê li Zanîngeha Patris Lumumbayê min perwerdeya ziman wergirt.
Min mastera xwe ya li ser etnografiya Kurdan li Lenîngradê temam kir û paşê jî li heman zanîngehê doktoraya xwe bi dawî kir.”
Berpirsê Nûnertiya Başûrê Kurdistanê Dr. Danar Mistefa jî li ser pêşniyarkirina Dr. Reşad Mîran wiha axivî:
“Konsulê Giştî yê Rûsyayê yê li Hewlêrê her tim, li ser vê mijarê jî li gel Nûnertiya Başûr di dan û standinê de bû.
Pêwîst bû ji bo vê xelatê ji Îraq û Rojhilata Navîn çend kes wekî namzed bên destnîşankirin.
Me jî, ji aliyê xwe ve Dr. Reşad pêşniyar kir.”
Hevjîna akademîsyenê Kurd Jîvan Xan jî di vê dema girîng de li gel hevjînê xwe bû.
Jîvan Xanê jî behsa hest û kêfxweşiya Dr. Reşad Mîran kir û got:
“Şanazî ye ji bo me û ji bo gelê Kurd. Ez li me û hemû gelê Kurd pîroz dikim.”
Dr. Reşad Mîran 45 sal berê mîna gelek ciwanên Kurd ên wê serdemê ji bo xwendina Kurdolojiyê hatibû Moskowê.