Koşka Spî: Ji bo Tengava Hurmizê planên alternatîf hene

Koşka Spî diyar kir ku ji bo çareserkirina pirsgirêka Tengava Hurmizê planên alternatîf hene. Serokê DYA'yê Donald Trump got ku ger hevdîtinên bi Îranê re tên kirin, bi ser nekevin, dibe ku êrîşên leşkerî yên nû werin rojevê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Beriya destpêkirina danûstandinên di navbera DYA û Îranê de li paytexta Pakistanê, Îslamabadê, Rêveberiya Amerîkayê diyar kir ku ji bo her pêşketinekê li Tengava Hurmizê planên alternatîf hene.

Serokê Meclîsa Aborî ya Neteweyî ya Koşka Spî Kevin Hassett ji "Fox Business" re diyar kir ku Waşington li ser îhtîmala pêşketina dîplomatîk geşbîn e.

Kevin Hassett wiha got: "Ez nikarim bikevim nav hûrguliyên nepenî, lê em tîma xwe ya herî baş dişînin ku danûstandinan bikin û heke pêwîst be, planên me yên alternatîf jî hene."

Serokê Amerîkayê Donald Trump roja çarşemê ragihand ku bi Îranê re ji bo agirbesteke 2 hefteyan gihîştine rêkeftinekê.

Li aliyekî din jî Meclisa Bilind a Ewlekariya Neteweyî ya Îranê ragihandibû ku DYAˊyê li ser pêşniyara Îranê ya ku ji 10 xalan pêk tê, erê kiriye.

Meclisê diyar kiribû ku Tehran wê di demeke nêzîk de li Îslamabadê, bi navbeynkariya Pakistanê, danûstandinên fermî bi Washingtonê re dest pê bike.

Lê rêya ber bi kêmkirina aloziyê ve rûbirûyî astengiyan e, ji ber Tehranê ragihandibû ku agirbest ji ber êrîşên berdewam ên Îsraîlê li ser Libnanê hatiye binpêkirin. Pakistan jî piştgiriyê dide helwesta Îranê. Lê Trump jî diyar dike ku Libnan di peymanê de cih nagire.

Trump: Ger lihevkirin çênebe em ê êrîş bikin

Serokê DYA'yê Donald Trump ragihand ku ger muzakereyên bi Îranê re tên meşandin bêyî encam bimînin, wê hingî vebijarkên leşkerî bikevin dewrê.

Donald Trump ji New York Postê re diyar kir ku ger hevdîtinên li Pakîstanê dewam dikin bi ser nekevin, keştiyên şer ên DYA'yê ji bo êrîşa li dijî Îranê têne amadekirin.

Trump got: "Em keştiyan bi cebilxaneyên herî baş bar dikin. Ger em lihevkirinekê çênekin, em ê wan bi awayekî pir bi bandor bi kar bînin."

Serokê DYA'yê anî ziman ku wê encama hevdîtinan di demeke kurt de zelal bibe û wiha got: "Em di 24 saetan de fêr bibin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye