Îro li avahiya Rojnameya Agosê ya navçeya Şîşlî ya Stenbolê, Xelatên Rojnamegeriyê yên 29'emîn ên Metîn Goktepe bi tevlîbûna gelek rojnameger û nûnerên saziyan hatine dayîn.
Di beşa nûçeyên nivîskî de, 3 xelatên taybet hatine dayîn.
Hazar Dost li ser nûçeya “Bi pêncên Tirk re hev nas bikin, Ji çekên ku hatine guhertin rola Tirkiyê çi ye?” xelat wergirt.
Ji Ajansa 24, Cengîz Anil Bolukbaşi li ser nûçeya "AYM'ê ya ku di der barê kuştina Veysel Atilgan ê ku di bûyera Komkujiya 10'ê Cotmehê de hatiye kuştin, biryara bi yek hevokî: Mafê jiyanê nehat binpêkirin, xelat wergirt.
Bîanetê Ayşegul Başar li ser nûçeya “Ji D.K. a ku li ser sînorê Nisêbînê hatiye êşkencekirin bi îdîaya “daxistina alê” nehat pirsîn” xelat wergirt.
Her wiha di beşê dîtbarî de jî Emre Şîmşek û Elîfcan Yuksel xelat wergirtin.
Xelata wêneyê, nûçegihanê MA'yê Adnan Bîlen bi wêneyê “Di bin postalan de şahidî” xelat girt.
Adnan Bîlen xelata xwe ji rêveberê DÎSK Basin- Îşê Zana Kaya wergirt.
Adnan Bîlen piştî ku xelata xwe wergirt axaftinek kir û wiha got:
"Piştî 19 salan ez dîsa heman xelatê distînim, ev ji bo min sedema şanaziyê ye.
Bi vê wesîleyê di şexsê Metîn Goktepe de, tevahî şehîdên çapemeniya azad bi bîr tînim.
Xelata 2025'an jî dîsa wêneyê berxwedana gelê Wanê ya li dijî desteserkirina mazbatayê min wergirtibû.
Ez vê xelatê diyarî şehîdên ku di oxira ragihandina rastiyê de şehîdbûne weke Nazim, Cîhan Hêro û Gulistan Tara dikim."
Zana Kaya jî hemû rojnamegerên girtî bi bîr anî û wiha lê zêde kir:
"Ji heval Nedîm Orûç heta Merdan Yanardag û tevahî hevalên me yên ku ji ber karên xwe hatine girtin.
Em weke Rojnameger serî natewînin û em ê karê xwe bikin."
Di beşê rojnamegeriya herêmî de, nûçegihan Akin Bodur li ser nûçeya “Di sê zimanên cuda de muayene” a ku di rojnameya Îskenderûnê ya SES'ê de hatiye weşandin xelat wergirt.
Dayika Metîn Goktepe, Fadîme Goktepe li ser navê rojnamegerên girtî û yên ku di bin zextê de ne xelata taybet wergirt.