Li gorî agahiyan, bûyer di 5’ê tîrmehê de li Bexdayê rûdaye.
Di bûyerê de, bijîşka bencê Dr. Feyroza, di mala xwe de ji aliyê hevjînê xwe yê berê ve yê bi navê Dr. Mihemed El-Eqîdî rastî êrîşa bi asîdê hatiye.
Hevjînê Dr. Feyroza asîd bi ser rû û bedena wê de rijand û çavekî wê derxist.
Tê gotin ku ew niha di bin çavdêriya bijîşkan de ye.
Piştî bûyerê, tawanbar ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat girtin û der barê bûyerê de lêpirsîn hat despêkirin.
Rayedar dibêjin ku lêkolîn berdewam e û piştî qedandina komkirina palpiştan (delîl), guhdarîkirina li şahidan û derketina rapora bijîşkiya dadî, hemû hûrgiliyên bûyerê wê werin zelalkirin.
Piştî bihîstina vê bûyerê, welatî daxwaz dikin ku tawanbar bi cezayeke herî tund bê cezakirin.