Artêşa Ûkraynayê: Me parzûngeha petrolê ya Saratovê ya rûsyayê armanc kir

Di berdewamiya êrîşên Ûkrayna û Rûsyayê de, Ûkraynayê ragihand ku wan êrîşî parzûngeha petrolê ya bajarê Saratovê ya Rûsyayê kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûsya û Ûkrayna bi berdewamî êrîşî hev dikin.

Artêşa Ûkraynayê ragihand ku wan êrîşî parzûngeha petrolê ya bajarê Saratovê yê Rûsyayê kiriye û di encamê de agirekî mezin li tesîsê derketiye.

Artêşa Ûkraynayê di posteke li ser Telegramê de zêde kir ku wan êrîşek li ser stasyoneke derxistina petrolê li Lazarev a li herêma Kirov a Rûsyayê jî pêk aniye.

Rûsya Ûkraynayê bi armancgirtina santrala nukleerî tawanbar dike

Di heman rojê de, Şîrketa enerjiyê ya dewleta Rûsyayê, Rosatom ragihand ku droneke Ûkraynî santrala nukleerî ya bajarê Zaporizhzhia, ya herî mezin li Ewropayê, armanc girtiye.

Di heman demê de, artêşa Ûkraynayê tawana bombebarankirina tesîsê red kir.

Ji aliyê xwe ve jî, Serokê Rosatomê Alexei Likhachev bi daxuyaniyekê got:

"Îro piştî nîvro, droneke Ûkraynî ya ku teqemenî hildigirtin, avahiya makîneyê ya yekîneya hêzê ya jimara 6 armanc girt û di encamê de teqînek çêbû.

Êrîşê zirar nedaye ti alavên sereke."

Artêşa Ûkraynayê jî tawanên Rûsyayê red kirin û ew wekî "lîstikeke nû ya propagandayê" bi nav kirin

Artêşê got ku hêzên Ûkraynayê yekîneya hêzê ya hejmar 6 a li santrala nukleerî ya li bajarê Zaporizhzhia nekiriye armanc.

Zelensky: Ûkraynayê platforma avêtina mûşekan ji Almanyayê wergirt

Ji aliyekî din jî, Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ragihand ku Ûkraynayê platforma avêtina mûşekan ji Almanyayê wergirtiye.

Volodymyr Zelenskyy got ku Ûkraynayê roja şemiyê platformek nû ya destpêkirinê ji bo pergala parastina hewayî ya IRIS-T ji Almanyayê wergirtiye û daxwaza cebilxaneya parastina hewayî ya zêdetir kiriye.

Zelensky bi rêya Telegramê zêde kir û got:

"Ji bo pergalên parastina hewayî yên me pêdivî bi mûşekan heye,

da ku em xwedî şiyanên têr bin, ku em êrîşên Rûsyayê bi paş ve bixin."

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24