Dosyaya aborî li Rojhilata Navîn ji aliyê hawirdekirin û hinardekirinê ve her di rojeva cîhanî de ye.
Rêveberiya Agahiyên Enerjiya Amerîkî EIA, serjimarên nû yên der barê tevgera hawirdekirina Enerjiyê ya li Dewletên Yekbûyê yên Amerîkayê de eşkere kirin.
Rêveberiya Agahiyên Enerjiya Amerîkî ragihand ku tevgera enerjiyê ya li Amerîkayê ji nişka ve hatiye guhertin .
Rêveberiya Agahiyên Enerjiya Amerîkî diyar kir ku hawirdekirina petrola xam ji Îraq, Erebistana Siûdî û Lîbyayê, di hefteya borî de daketiye sifirê.
Li gorî heman çavkaniyên Fermî yên taybet, Îraqê ti berhem ji petrolê neşandiye Amerîkayê.
Di demên dawî de, şandina petrola Îraqî ji bo Amerîkayê. di astên cuda de bû.
Îraq di nîvê meha nîsanê de, rojane 48 hezar bermîl petrol dişandin Îraqê, lê di dawiya heman mehê de şandina petrolê gihîşt lûtkeyê û rojane 195 hezar bermîl ji Îraqê diçûn Amerîkayê.
Li Îraqê bi xwe, li ser benzînxaneyan qerebalixeke zêde heye û metirsiya xelkê ew e ku li Îraqê sotemenî nemîne.
Wezareta Petrolê: Krîza benzînê li Îraqê tune ye
Li aliyekî din jî, Wezareta Petrolê ya Îraqî ragihand ku tibabeke baş ji sotemeniyê di depoyên wê de hene.
Rêveberê ragihandin û têkiliyan ê şîrketa giştî ya belavkirina berhemên petrolê Rafid Sadiq ji ragihandina Başûrê Kurdistanê re da zanîn ku ji ber daxwaza zêde ya li ser benzîn û mazotê, ev qerebalix di rojên cejnê de çêbû.
Rafid Sadiq destnîşan kir ku rojane 34 milyon litre benzîn ji bo bazaran tên şandin û heke pêwîstî hebe, dikarin wê rêjeyê zêde bikin.