Tom Barrack ev yek di Foruma Ewlehiya Cîhanî ya li Dohayê de got.
Her wiha di heman forumê de, Tom Barrack behsa têkiliyên di navbera Îsraîl û Sûriyê de kir û wiha got:
"Ehmed Şera amade ye bi Îsraîlê re lihevkirinekê bike, her du alî dikarin lihevkirineke êrîşnekirinê pêk bînin.
Geşbîniya der barê gihîştina lihevkirinekê de, ne hewce ye ku encamdana peymaneke dawî be."
Ev gotin di çarçoveya hewldanên Amerîkayê ji bo avakirina rêkeftinên ewlehiyê yên di navbera Şam û Tel Aviv de pêk tê.
Amerîkayê bi van hewldanên xwe armanc dike ku rageşiyê kêm bike û nakokiyên li ser hebûna leşkerî ya Îsraîlê ya li Sûriyê çareser bike.