Civata Nûneran a Amerîkayê pêngaveke qanûnî ya girîng li dijî Moskowê avêt û projeyasaya cezayên nû ya bi navê "The Lindsey O. Graham Sanctioning Russia and Iran Act of 2026" bi dengdana 262 li dijî 159 pejirand. Ev qanûn ku armanc dike zextên aborî li ser Rûsyayê bigihîne asta herî bilind, niha tenê li benda îmzeya Serok Donald Trump e da ku bikeve meriyetê.
Li gorî hûrgiliyên qanûnê, dê cezayên pir giran li ser kerta enerjiyê ya Rûsyayê werin sepandin. Di vê çarçoveyê de, maf û desthilat ji Serok Trump re tê dayîn ku heta %100 bacên gumrikê deyne ser wan welatên ku kirîna neft û gaza Rûsyayê berdewam dikin, ku li vir bi taybetî çav li ser Çîn û Îndistanê ne. Her weha, qanûn rêbazên tund derxistine pêş da ku rê li ber keştiyên nepenî bigire yên ku bi dizî nefta Rûsyayê li seranserê cîhanê vediguhezînin.
Ji aliyê din ve, ji ber hevkariya leşkerî û firotina çekan di navbera Tehran û Moskovayê de, ev pakêt cezayên li ser kerta enerjî û parastinê ya Îranê jî berfireh dike. Her çend qanûn ji aliyê piraniya nûneran ve hatibe pejirandin jî, hinek endamên Partiya Demokrat rexne li qanûnê kirin û diyar kirin ku dayîna vê desthilata mezin a bacê ji bo Trump, dikare di pêşerojê de zirarê bide têkiliyên Amerîkayê û hevalbendên wê yên Ewropî.