Neteweyên Yekbûyî di derbarê rewşa sûriyê de hişyarî da

Alîkarê Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Farhan Haq derbarê aloziyên li Sûriyeyê diyar kir Sekreterê Giştî yê NY bangî hemû aliyan kiriye ku şer rawestînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Farhan Haq li New Yorkê diyar kir ku Sekreterê Giştî  Antonio Guterres yê Neteweyên Yekbûyî hem ji ber aloziyên li Siweydayê û hem jî ji ber yên li bakurê Sûriyeyê bi fikar e.

Farhan Haq got:" Sekreterê Giştî bang li hemû aliyan dike ku demildest şer rawestînin, aramiyê pêk bînin û sivîlan biparêzin."

Berdevkê NYê Ferhan Heq, bal kişand ser pêwîstiya çareseriyeke siyasî ya mayînde ji bo bidawîkirina şer û tekez kir ku divê li gorî biryara hejmar 2254 a Konseya Ewlehiyê ya NY piştgirî bidin pêvajoya vegûhez a Sûriyê.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24