Ûkrayna êrîşî Rûsyayê kir û 2 kes mirin

Di berdewamiya şerê navbera Rûsya û Ûkraynayê de, ya dawî êrîşek pêk anî ku di encamê de 2 kes hatin kuştin û 2 jî birîndar bûn. Her wiha li parzûngeheke petrolê jî agir derket. Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku wan di şevekê de 148 armancên hewayî yên Ûkraynayê têk birine. Li aliyekî din, Serokwezîrê Îngilistanê Andy Burnham ragihand ku ew ê meha bê serdana Trump bikin û fişarê lê bikin, da Ûkrayna beriya zivistanê beşekî depoya mûşekên parastina asmanî yên Patriotê wergire.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûye demeke Ûkrayna êrîşî binesaziya aborî ya Rusiya dike da ku aboriya welêt têk bibe.

Bi vê yekî têkbirin û bêhêzkirina Rusiya hêsantir dibîne.

Parêzgarê herêma Krasnodar a başûrê Rûsyayê Veniamin Kondratyev ragihand piştî êrîşa bi dronan a Ûkraynayê agir li parzûngeheke petrolê derketiye.

Her wiha Parêzgarê herêma da zanîn ku di encama êrîşê de du kes mirin û du kesên din jî birîndar bûn.

Ûkrayna parzûngehên petrolê yên Rûsyayê û binesaziyên din dike hedef.

Bi vê yekê Ûkrayna hewldide Moskowê bê hêz bike û dahatên wê yên darayî kêm bike.

Rûsya: Me di şevekê de 148 armancên hewayî têk birin

Li gorî El Erebiyê parzûngeha petrolê ya Perm piştî êrîşeke dronî ya Ûkraynayê ku di 21ê Tebaxê de, xebatên xwe rawestand.

Parzûngeha petrolê ya Perm heftemîn parzûngeha petrolê ya mezin a Rûsyayê ye.

Her wiha Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ragihand ku sîstemên parastina hewayî yên Rûsyayê di şevekê de 148 hedefên hewayî îmha kirin.

Di heman demê de Parêzgarê herêma Rostov a Rûsyayê, ragihand ku hêzên parastina hewayî nêzîkî 30 dronan têk birine, bêyî ku ti qurbanî çêbibin.

Li alîyekî din berdevkê Kremlinê Dmitry Peskov got ku piştgiriya Fînlandiyayê ji bo êrîşa dijwar ên Ûkraynayê "wek surprîz in.

Her wiha Dmitry Peskov diyar kir ku Ûkraynayê di hefteyên dawî de gelek êrîş li ser depoyên wan yên girîng pêk anîne.

Îngilistan: Em ê zextê li Trump bikin da ku mûşekên patriot bidin Ûkraynayê

Serokwezîrê Îngilistanê Andy Burnham ragihand ku ew ê meha bê, Li gel hejmarek ji rêberên Ewropî, biçe Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.

Serokwezîrê Îngilistanê diyar kir ku çûyîna wan wê ji bo "fişarê" li Trump bike da ku destûrê bide Ûkrayna beriya zivistanê beşek ji depoya mûşekên parastina asmanî yên Patriot bistîne.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye