Abdullah Ocalan peyameke nû şand

Rêberê damezrîner ê PKK`ê Abdullah Ocalan piştî civîna yekem a Desteya Şopandin û Tespîtê, peyamek nû da. Abdullah Ocalan di peyamê de got ku pêvajo bi gavên mezin pêşve diçe û piştgiriya siyasî bi taybetî ya Serokkomarê Tirkiyê û Devlet Bahçelî ji bo vê qonaxa dîrokî pir xurt e. Her wiha bersiv da idîayên ku di medyayê de bi navê wî tên parvekirin û got: Ev hewldanên derdorên dijberî aştiyê ne ku dixwazin vê qonaxê têk bibin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêberê damezrîner yê PKK`ê Abdullah Ocalan derbarê civîna yekem a Desteya Şopandin û Tespîtû û notên li ser medya dijîtal wî tohmetbar dikin bi rêka DEM Partî peyamek şand da ku ji raya giştî re were parvekirin.

Abdullah Ocalan derbarê yekemîn civîna Desteya Şopandin û Tespîtê wiha got: 

Abdullah Ocalan: Pêvajo bi gavên mezin pêşve diçe

Birêz Serokkomar û birêz Devlet Bahçelî îradeya xwe bi awayek xurt nîşan dan.

Li ser bangewaziya min, têkoşîna çekdarî bi dawî bû.

Partiyên siyasî jî piştgirîya dîrokî dan.

Bi vî awayî ‘Qanûna xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî’ hat pejirandin.

Lijneya ku li gorî vê qanûnê hat avakirin, duh yekemîn civîna xwe pêk anî.

Ev nîşan dide ku pêvajo bi gavên mezin pêşve diçe. 

Abdullah Ocalan: Îdiayên derheqê min ji bo xirakirina pêvajoyê ne

Abdullah Ocalan derbarê îdia û tawanbariyên derheqê wî de ku li ser medya dijîtal hatibûn parvekirin jî wiha dibêje:

“Em gihîştine qonaxeke krîtîk.

Di vê serdema dîrokî de hin derdor hewl didin pêvajoyê têk bibin.

Ev hewlên wan komploya li dijî min e.

Gotin, dîtin, nav, belge û notên ku di medyayê û medyaya civakî de belav dibin û bi min ve tên girêdan, ne rast in.

Ev parvekirin tevgerên provokatîf ên dijberên pêvajoyê ne.

Ez ê hewldanên xwe yên ji bo avakirina aştiya civakî û hiqûqa xwişk û biratiyê hîn zêdetir li pêş bixim.

Abdullah Ocalan di dawiya peyama xwe de herkesî vexwend ku bi ruhê xwişk û biratiyê, bi hişmendî û bi hestiyarî nêzîkê pêvajoyê bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye