Almanyayê droneke sêyem nêzî balafirgeha Leipzig Halle keşif kir

Medyaya Almanî eşkere kir ku lêkolînerên Alman der barê êrîşa vê mehê ya li ser Balafirgeha Leipzig Halle de, droneke sêyem û tiştekî ku guman tê kirin teqemenî ye, dîtine. Şewirmendê Amlamyayê Friedrich Merz ragihand ku hikûmeta Almanyayê dê di demeke nêzîk de berpirsyarên êrîşa li ser Balafirgeha Almanî eşkere bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Doz di şeva 4`ê tebaxê de dest pê kir dema ku droneke ku teqemenî hildigirt li Balafirgeha Leipzig-Halle ya li eyaleta Saksonya ya Almanyayê hat dîtin.

Lêkolîn nîşan didin ku çend xulekan şûnda dibe ku droneke duyemîn li balafireke barhilgir a şîrketa lojîstîkê ya Alman DHL ketibe.

Ev yek jî piştî lêkolînek li ser balafirê hatiye eşkerekirin ku zirara dûvikê nîşan da ku lihevhatî pevçûnek bi tiştekî re hatiye.

Lêkolîner bawer dikin ku ew balafireke barhilgir a Ûkraynî ya Antonov ku ji bo veguhestina alavên leşkerî dihat bikaranîn hedef digirt, lê êrîş ji ber xirabûna detonatora bombeyê bi ser neketiye.

Êvara 14`ê tebaxê jî li nêzî heman balafirgehê lêkolîneran, droneke sêyemîn dîtin.

Li gorî malpera nûçeyan a Almanî Tagesschau roja sêşemê, 25`ê tebaxê, lêkolîneran diyar kirin ku dibe ku çend dron di komployê de hatibin bikaranîn.

Li gorî heman çavkaniyê karbidestên ewlehiyê yên Almanî jî guman dikin ku servîsên îstîxbarata Rûsyayê beşdar bûne, îdiayek ku Rûsya red dike.

Merz: Kesên li pişt êrîşa li ser balafirgeha Almaniyayê wê berdêlan bidin

Der barê vê yekê de jî, Şewirmendê Amlamiyayê Friedrich Merz ragihand ku hikûmeta Almaniyayê dê di demeke nêzîk de perpirsiyarên hedefgrtina balafirgeha Leipzigê

eşkere bike.

Merz di civîna bilind a koalîsyona desthilatdar de wiha got:

“Hikûmet li ser vê mijarê bi rayedarên ewlehiyê re ji nêz ve dixebite û em ê di demek nêzîk de tiştan zelal bikin.

Ew kesên li pişt êrîşa li ser balafirgeha Almaniyayê wê berdêla bidin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye