Li Sûriyê minhacê perwerdeyê dê sala 2027'an bikeve meryetê

Wezareta Perwerde û Fêrkirinê ya Sûriyê eşkere kir ku sala xwendinê ya 2026-2027`an dê şahidiya minhacekî xwendinê yê yekgirtî li seranserî hemû parêzgehên Sûriyê bike.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî ku Wezaretê ji SANA’yê re diyar kir, minhacê xwendinê yê sala 2025-2026`an, ku wekî Minhacê Şamê dihat zanîn, dê di salên 2026-2027’an de li hemû parêzgehên Sûriyê were pejirandin.

Minhacên pejirandî jî li ser malpera fermî ya nû hene.

Wezaretê amadekirina standardên neteweyî ji bo minhacên xwendinê yên nû temam kirine.

Her wiha qonaxa din dê danyariya minhacên xwendinê yên nû be.

Der barê xwendekarên li parêzgehên Sûriyê yên rojhilatî de, fermana Wezaretê ya hejmar 1617 destûrê dide xwendekarên ku berê li gorî minhacên Rêveberiya Xweser dixwend ku tenê di salên 2025-2026 û 2026-2027`an de beşdarî ezmûnên refên 9 û 12`an bibin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye