Tewanbariya Amerîka ya ku pê êrîşî Îranê kiriye, IAEA ne rast derxist.
Rêveberê Giştî yê Ajansa Navneteweyî ya Enerjiya Atomî (IAEA) Rafael Grossi, piştrast kir ku ti tesbît tune ne ku nîşan bide Îran bombeya atomî çêdike.
Rafael Grossi, di postekê li ser malpera xwe ya X'ê de, diyar kir ku depoya mezin a Uranyuma Îranê gihîştiye nêzîkî asta çekan.
Grossi, destnîşan kir ku redkirina gihîştina tevahî ya mufetîşan ji hêla Îranê ve sedemek ji bo fikarên cidî ye.
Rêveberê Ajansê da zanîn ku heke Îran bi wan re di çareserkirina pirsgirêkên berbiçav de hevkariyê neke, ajans wê nikaribe garantiyê bide ku bernameya nukleerî ya Îranê aştiyane ye.
Rojek berî destpêkirina şer, Wezîrê Derve yê Omanê Bedr el-Bûsaidî ragihand ku Îran razî bûye ku Uranyuma dewlemendkirî neparêze.
El-Bûsaidî rave kir ku Îran wê dev ji materyalên xwe yên dewlemendkirî berde, her wiha piştrast bike ku wê kombûn an hilanîna sotemeniya nukleerî çêneke.
Lêbelê, Serokê DYA`yê Donald Trump got ku Îran wê Uranyûmê heta %20 jî dewlemend neke.
Trump roja piştî gera sêyemîn a danûstandinên di navbera Washington û Tehranê de li Cenevreyê ji rojnamevanan re got ku ew naxwaze Îran bi tevahî Uranyûmê dewlemend bike, hetta ji bo armancên sivîl jî.