Kelecan û çoşa Sûper lige di hefteya 14'emîn de her du taxim wê cara 404'an werin beranberî hev.
Di Sûper lîge de,Fenerbahçe û Galatasaray li Kadikoyê di seat 20:00 werin pêşberî hev.
Galatasaray bi ser bikeve, ferq pûanan dibe 4 û we di reza 1 de mayina xwê biparêze.
Ger ku Fenerbahçe bi ser bikeve, ew ê piştî demeke dirêj di rêza yekem de cih xwe bigre.
Fenerbahçe bi 11 maçên dawîde yekane taximê ku di lîgê de têk neçûye, di heman demê de 5 maçên dawî bi serketin bi dest xistine.
Fenerbahçe niha 31, pûanan di rêza 2'emîn de cih digre.
Galatasaray di Sûper lige de 10 maç bi ser ket, û 2 maç wek hev ma, 13 maçên dawî de tene yek maç wendekirin.
Taximê Galatasaray 32 pûanan di rêza yekem de cih digre.