Barcelona di Lîga UEFA'yê ya jinan de bû şampiyon

Di fînala Lîga Şampiyon a Jinan a UEFAyê de, Barcelonayê Lyon bi 4-0 têk bir û kûpa bi dest xist. Barcelonayê cara 4'emîn Lîga Şampiyonên UEFAyê qezenc kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Barcelona û Lyon, di fînala Lîga Jinan a UEFA Şampiyonan de hatin pêşberî hev. 

Di maça ku li Stadyuma Ullevaal a Norwêcê de hate lîstin, nîvê yekem bi 0-0 bi dawî bû. 

Di deqeya 55'emîn de, Pajor gola Barselonayê ya yekem avêt û bi 1-0 ketin pêş. 

Di deqeya 69'emîn de, Pajor dîsa derket ser dikê û dubare gola xwe ya duyemîn anî. 

Di deqeya 90'emîn de, Palma gola sêyemîn avêt. 

Salma di dema birîndariyê de dîsa golek anî û cudahî zêde kir û kir 4-0. 

Di beşa mayî ya maçê de gol nehatin avêtin û bi serkeftina bi encama 4-0 Barcelona bû xwediyê kûpaya Lîga Şampiyonan a UEFAyê ya Jinan.

Barcelonayê şampiyoniya xwe ya 4'emîn ragihand

Barcelonayê bi serketina di Lîga Şampiyon a Jinan a UEFA'yê de şampiyoniya xwe ya 4'emîn bi dest xist.

Barcelonayê heta niha 3 caran Lîga Şampiyon a Jinan a UEFAyê qezenc kiribû.

Barcelona di sezonên 2021, 2023 û 2024an de gihîştibû şampiyoniyê.

Her du tîm beriya niha sê caran di fînalê de hatibûn beramberî hev.

Lyon di 2019 û 2022'yan de gihîştibû şampiyoniyê.

Bi vî awayî, Barcelona cara 6'emîn li pey hev gihîşt fînalê.

Nûnerê Fransayê Lyon jî bi vî awayî di dîroka xwe de cara 12'emîn gihîşt fînalê.

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24