Amedspor ji bo maça xwe ya li dijî Gençlerbirligiyê dest bi amadekariyan kir

Amedspor, ku hefteya 6'emîn a Trendyol Super Lige de pêşeng dawî kir, piştî betlaneya navneteweyî dest bi amadekariyên maça xwe ya li derve ya li dijî Gençlerbirliğiyê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Amedspor, ku wekî lîderê lîgê ket nav betlaneya navneteweyî, piştî maça xwe ya dostane ya li dijî Alanyasporê betlaneya xwe ya rojekî temam kir.

Tîma kesk-sor bi antremanekê li Tesîsên Şehmus Ozer dest bi amadekariyên maça Gençlerbirliği kir.

Lîstikvanên tîma neteweyî vedigerin Amedê

Her 6 lîstikvanên tîma neteweyî yên Amedsporê maçên xwe yên bi welatên xwe re temam kirin. 

Tê payîn ku hemû lîstikvanên tîma neteweyî di nav 1-2 rojan de vegerin Amedê û tevlî tîmê bibin.

Amedspor, ku piştî vegera lîstikvanên tîma neteweyî, dê bi tîmek tevahî amadekariyên maça Gençlerbirligi bidomîne, dê roja Înê ji bo maça ku roja Şemiyê tê lîstin biçe Enqereyê.

Her wiha Amedspor Maça xwe ya li hemberî Tîma Geçlerbirligê ser bikeve wê pêşengiya xwe ya di ligîde bidomîne.

Piştî betlaneya Navneteweyî Lîstikvanê Amedsporê di nava tîmede cîh xwe bigirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye