Li Hesekê, Qamişlo û Kobanê hilbijartina endamên Meclisa Gel bi dawî bû

Vê sibehê li Hesekê, Qamişlo û Kobanê, endamên Melcisa Gel a Sûriyê hatin hilbijartin. Li gorî wê, li Hesekê 3, Qamişlo 4, Dêrik 2 û Kobanê jî 2 kes bûn endamên parlamentoya Sûriyê. PYNKê ya ku ji 25 partiyan pêk tê, tevlî hilbijartinan nebû. PYNKê got ku sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyan xapandineke eşkere ye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îro. danê sibehê, Komîsyonên hilbijartinê yên ku berê hatibûn avakirin, nûnerên Hesekê, Qamişlo û Kobanê yên Meclisa Gel hilbijartin.

Hola civînan a avahiya rêveberiyê ya parêzgeha Hesekê, navenda çandê ya kevin, her wiha avahiya Sendîkaya Endazyaran a Qamişloyê, wekî navendên dengdanê hatin destnîşankirin.

Piştî nîvro dengdan bi dawî bûn û 11 kes hatin hilbijartin.

Di encamên hilbijartinan de, li Qamişloyê Ridwan Sîdo, Ebdulhelîm Elî, Kîm Îbrahîm û Mehmûd Madî hatin hilbijartin.

Li Hesekê jî Îbrahîm El Hebeş, Umer El Hayîs û Fesla Yûsif hatin hilbijartin.

Li bajarê Kobanê Ferhad Enwer Şahîn hat hilbijartin û Şewax Îbrahîm Esaf wekî nûnerê navçeya Şexlerê hat hilbijartin.

Li Dêrikê jî 2 kes, yek kurd û yê din jî ereb bêyî hilbijartinan, hatin tayînkirin.

PYNK'ê tevlî hilbijartinan nebû

Partiyên Yekîtiya Niştîmanî yên Kurd ku sîwanek ji 25 partiyan pêk tê, tevlî hilbijartinan nebûn.

Partiyan nerazîbûn nîşanî mekanîzmeya hilbijartinê dan û ew wekî berdewamiya siyasetên paşguhkirina gelê Kurd bi nav kirin.

Partiyan diyar kir ku sînordarkirina nûnertiya Kurdan bi 4 kursiyên lawaz ji nav 210 kursiyan, xapandineke eşkere li ser rastiyên demografî û siyasî yên li ser erdê ye.

Ji aliyekî din ve ENKSê tevlî hilbijartinan bû.

Namzetên ENKS'ê 5 kursî bi dest xistin

Li Hesekê Endama Desteya serokatiya Encûmena Niştîmanî ya Kurd li Sûriyê Fesla Yûsif hat hilbijartin.

Fesla Yûsif ji televîzyona me re axivî û hêvî kir ku ev hilbijartin xizmeta hemû gelê Hesekê bike û ev peyam da:

Her wiha endamê komîteya hilbijartinên meclisa Gel Enes Ebid jî axivî.

Tevî nebeşdarbûna gelek partiyên Kurdî di hilbijartinan de, Enes Ebid rêveçûna hilbijartinan bi erênî nirxand û wiha got:

Tiştê ku îro tê kirin ji bo pêşketina entegrasyonê gelekî girîng e.

Di encama vê hilbijartinê de, hemû partiyên Kurdî yên li Rojava ji ber nebûna helwestekê, tenê 5 kursî ku ew jî namzetên ENKSê ne, bi dest xistin.

Lê li gorî daxuyaniyên partiyên Rojava, divê para Kurdan herî kêm 40 kursî bin.

  

 

         

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24