Piştî biryara “Betalkirina tekez” li navenda CHPê ya li Enqereyê rewş aloztir dibe.
Parêzerê Kemal Kiliçdaroglu, Celal Çelîk ji bo "valakirina" navenda CHPê, serî li Midûriyeta Polîsan a Enqereyê da.
Walîtiya Enqereyê jî talîmat dan polîsan.
Piştî biryara tahliyekirina Navenda Giştî ya CHP'ê bi sedan welatî ji bo ku tehliyekirinê bidin sekinandin hatin li pêşiya navenda giştî ya CHP'ê.
Polîs bi gaza rondikrêj û wesayîtên TOMA'yê ketin navendê.
Serokê Giştî yê CHP'ê Ozgur Ozel jî dîmenek ji dema têketina polîsan bi par ve kir û diyar kir ku ew di bin êrîşan de ne û heta kengî dê li ber xwe bidin ne diyar e.
Li derdora Navenda Giştî ya CHP'ê jî girse kom bû û bi berzkirina dirûşmeyan bertek nîşanî rewşê dan.
Piştî destwerdanên li ser navenda CHP'ê Ozgur Ozel û yên pê re ber bi Meclisa mezin a Tirkiyê ve meşiyan.
Ozgur Ozel biryara dadgehê qetand
Li hemberî kiryarên polîsan piştî êrîşan, Serokê CHP'ê Ozgur Ozel biryara dadgehê ya betalkirina tekez a kongreya partiya xwe qetand.