51'emîn Kûpaya Super a UEFA`yê dê di maçek di navbera klûba Fransî Paris Saint-Germain û tîma Îngilîz Aston Villa de were diyarkirin.
Maça Kûpaya Super a di navbera Paris Saint-Germain, ku di du salên dawî de xwediyê Lîga Şampiyonan a UEFA`yê ye, û Aston Villa, ku şampiyonê Lîga Ewropayê ya UEFA`yê ya sezona borî ye, dê li stadyuma Salzburg, Awistirya were lîstin.
Maç wê saet 22:00 de dest pêbike.
Her wiha maç ji hêla hakemê Somalî Omar Abdulkadir Artan ve were birêvebirin, ku ketina wî ya DYA`yê hatibû qedexekirin û ji ber vê yekê nikare di Kûpaya Cîhanê ya FIFA`yê ya sala 2026'an de hakemtiyê bike.
Şampiyonên par Paris Saint-Germain û Aston Villa, ku di sala 1982`an de kûpa hilda n, her du jî dê armanca duyemîn şampiyoniya xwe bikin.
Kûpa Superê herî zêde tîma Real Madrîdê qezenc kiriye
Di demên berê de Kûpaya Superê a UEFA`yê ji aliyê 26 tîmên cuda yên ji 13 welatan ve hatiye qezenckirin.
Real Madrîd di Kûpaya Super A UEFA'yê de xwediyê sernavê klûba herî serketî ye.
Tîma Madrîdê 6 caran kûpa hildaye, di heman demê de Barcelona û Milan her yek 5 caran qezenc kirine.
Liverpool 4 caran û Atletico Madrîd 3 caran qezenc kiriye.
Ajax, Anderlecht, Bayern Munich, Chelsea, Juventus û Valenciayê her yek du caran qezenc kirine.
Di heman demê de tima Aberdeen, Aston Villa, Dynamo Kyiv, Galatasaray, Lazio, Manchester United, Mechelen, Nottingham Forest, Parma, Porto, PSG, Steaua Bucharest, Sevilla, Zenit û Manchester City her yek carekê qezenc kirine.