Paris Saint-Germainê Arsenal bi penaltiyan 4-3 têk bir

Bi hezaran alîgir ji bo pîrozkirina serkeftina fînala Lîga Şampiyonan a Paris Saint-Germainê derketin kolanan. Pîrozbahiyên şampiyoniya PSGê veguherîn qada şer, 426 kes hatin girtin û 7 polîs birîndar bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di fînala ku li Puskas Arenayê hat lîstin de, nûnerê Fransî Paris Saint-Germainê tîma Arsenalê bi penaltiyan 4-3 têk bir û kûpa qezenc kir.

Serkeftina Paris Saint-Germainê di Lîga Şampiyonan a UEFAyê de Fransa hejand.

Serkeftina dîrokî ya PSG'ê li hemberî tîma Arsenalê bû sedem ku li seranserê welêt pevçûn derketin.

Piştî fînala dawî, bi hezaran alîgir li 15 bajarên cuda, bi giranî li Champs-Élysées li Parîsê, herikîn kolanan.

Di pîrozbahiyên li seranserê Fransayê de Konteynerên çopê, bisiklêtên kirêkirî û rawestgehên otobûsan hatin şewitandin.

Li seranserê welêt 22,000 Polîs Hatibûn erkdarkirin.

Qada pîrozbahiyê bû ya şer: 426 kes hatin binçavkirin û 7 polîs birîndar bûn

Wezareta Karên Hundir a Fransayê ji bo pîrozbahiyên li seranserê welêt, bi tevahî 22,000 polîs û cenderme belav kirin.

Hêzên ewlehiyê li dijî komên ku hewl didan barîkatan derbas bikin û li ser Champs-Élyséesê êrîşên bi fîşekên hewayî bikin, gaza rondikrêj bi kar anî.

Wezîrê Karên Hundir ê Fransayê Laurent Nuñez ragihand ku di encama alozî û pevçûnên şevê de 426 kes hatine binçavkirin.

Her wiha 7 polîsên Fransayê birîndar bûn.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – Nuce 24