Şampiyoniya lehengên Sûriyê li Şama paytext bi beşdariya 146 lîstikvanan û 20 tîman pêk hat.
Dibistana pilingên takewando jî bi navê tîma Qamişlo beşdarî vê şampiyoniyê bûn.
Ev şampiyonî li ser kesên temenê wan ser 18 salî û bin 18 salî pê hat.
Tîma Dibistanan pilingên takewando di her du beşan de li seranserî Sûriyê duyemîn derketin.
Di dawiyê de Lîstikvanên Dibistana pilingên takewando hejmareke baş ji medaleyan misoger kirin.
4 zêr 1 zîv û 1 bronz bi vê encamê lîstikvanên dibistana pilingên takewando bûn lîstikvanên herî xurt li ser asta Sûriyê.