Di hefteyên dawîn ên TFF 1'emîn de, Amedsporê amadekariyên xwe yên ji bo maça li hemberî taximê Umraniyesporê berdewam dike.
Li gorî daxuyaniya Kulûbê di antrenmanên ku di bin rêberiya rahêner Mesut Bakkal de li Tesîsên Şehmus Ozer pêk hatin.
Hat diyarkirin ku nûnerê Amedê wê beriya maça Umraniyesporê amadekariyên xwe bidomîne û sibê jî wê antrenmanek bê lidarxistin.
Amedspor û Umraniyespor wê di 13'ê nîsanê, saet 20:00'an de li Stadyuma Amedê werin pêşberî hev.