Daniil Medvedev di pêşbirka tenîsê de gihişt nîvfînalê

Lîstikvan rûsî Danil Medvedev, di pêşbirka tenîsê ya Indian Wells Masters de gihîşt nîvfînalê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya tûrnûvaya Masters 1000 de ya ku li BNP Paribas Open tê lîstin Daniil Medvedev yê Rûsî li hember Jack Draper ê Brîtanî serkeftinek bi dest xist.

 

Lîstikvanê Rûsî ku di rêza 11'emîn de ye duh di maçeke ku saetek û 17 xulekan dom kir bi encamên 6-1, 7-5 Draper têk bir.

 

Medvedev ê 30 salî dê di nîvfînalê de bi Carlos Alcaraz ê Spanyayî yê jimare yek ê cîhanê re rû bi rû bimîne.

 

Di heman demê de Alcaraz jî di setên rasterast de pêş ket û li hember Cameron Norrie yê Birîtanî  bi 6-3, 6-4 têk bir.

 

 

 

Aryna Sabalenka di nîvfînalê de bû reqîba Elina Svitolina

 

 

Li aliyek din jî di tûrnûvaya tenîsê ya jinan de, Aryna Sabalenka ya Belarûsî li hember Victoria Mboko a Kanadayî bi 7-6, 7-0 û 6-4 têk bir û gihîşt nîvfînalê.

 

Aryna Sabalenka di tûra bê de dê bi lîstikvana Çekî Linda Noskova re rû bi rû bimîne, piştî ku Talia Gibson a Awistralyayî bi 6-2, 4-6, 6-2 têk bir.

 

Di heman demê de Elina Svitolina ya Ukraynî, ku di rêza nehan de ye, bi 6-2, 4-6, 6-4 li hemberî Iga Swiatek a Polonî, ku di rêza 2'emîn de bû bi serket.

 

Di derbarê vê serkeftinê de Elina Svitolina axivî û got: "Ez nikarim bêjim ku maçek bêkêmahî bû, lê min karîbû di maçê de bimînim û berxwebidim tevî ku min seta duyemîn winda kir lê min karîbû çareseriyekê bibînim."

 

Lîstikvana Ukraynî berdewam kir: "Tu şampiyon li benda şaşiyên dijberê xwe namîne divê hûn her gav xwe di rewşek baş de bixin da ku êrîş bikin."

 

Elina Svitolina ya Ukraynî wiha dawî li axaftina xwe anî: "Min hewl da ku skorê vekim û ji derfetan sûd werbigirim ji ber ku Iga lîstikvanek pir êrîşkar e û bi rengekî pir baş tevdigere û heke ez ji derfetê sûd wernegirin, ew ê sûd werbigire."

 

Elina Svitolina di tûra bê de dê bi Elena Rybakina ya Kazakistanê re bilîzê, ku wê bi 6-1, 7-6 , 7-4 Jessica Pegula ya Amerîkî têk bir.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye