Maç ji destpêkê de şahidî kelecaneke mezin kir, di xuleka 41'an de ji hêla lîstikvanê Bayren Luis Diaz ve perdeya golan hat vekirin.
Her wiha Harry Kane di xuleka 46'an de skora taxima mêvan duqat kir.
Lê Kylian Mbappe di xuleka 74'an de golek tomar kir û hindek moralên temaşevanên Real Madrîdê bilind kirin.
Nîvê 2'emîn her du taximan hewil didan ku golan qezenc bikin lê bi encama 2-1 bi serkeftina Bayren Munich qediya.
Maça duyem dê roja çarşema bê li Munichê were lîstin ku Bayern li malê dilîze, her wiha xuya dike ku şanseke çêtir heye ku bigihêje nîvfînala pêşbirka kûpaya Ewropayê.

Arsenal li hember Sporting bi golekê serkeftin tomar kir
Di heman demê de jî Arsenal li hember Sporting bi 1-0 bi ser ket.
Arsenalê di maça yekem a çaryekfînala Lîga Şampiyonan de, piştî ku tîma Portekîzî Sporting bi 1-0 têk bir, gaveke mezin ber bi nîvfînalê ve avêt.
Kai Havertz ê Alman bi avêtina yekane gola xwe di xuleka 90+1'an de, xwe wekî stêrkê pêşbirka balkêş da nasîn.
Maça duyem dê roja çarşema bê li Stadyuma Emiratesê were lîstin ku Sporting dê bi karekî dijwar re rû bi rû bimîne da ku xwe ji nû ve ava bike.