Li gorî Ajansa ROJ NEWS`ê PDK’ê hêzek mezin şandiye gundê Lacan ya girêdayî Hewlêrê.
Li wir ji ber gef û zextên PDK’ê, xelkê gund ji gundê xwe derketin û gund valakirin.
Hêjayî gotinê ye di 29’ê Mijdarê de xelkê gundê Lacan çalakiyek lidarxistin û xwestin ciwanên wan jî li bîra neftê ya petrolê ya Lanaz werin tayînkirin.
Xelkê gund li ser rê çalakî derxistibû û rêya bîra petrolê girtibû.
Piştre çekdarên PDK’ê bi guleyan êrişî gundiyan kirin û di encama êrişa çekdarên PDK’ê de ciwanek hatibû kuştin.
Di encam de îro PDK bi gef û zextan gundê Lacan da valakirin.
Li gorî agahiyan niha nayê zanîn xelkê gund ber bi kuve diçin û rewşa wan çawaye.