Dewleta Îranê du girtiyên din bi dar ve kirin

Dewleta Îranê du girtiyên, xwediyên bangewaziya betalkirina cezayên darvekirinê, Nasir Bekirzada yê Kurd, û welatiyê Azerî Yakub Kerimpur, îro bi dar ve kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di asta cîhanê de yek ji dewleta herî zêde dîlgirtiyan darve dike Îran e.

Dewleta Îranê taybet ji dema destpêkirina şerê di navbera wê û Amerîka- Îsraîlê de, bi idîaya sîxurtiyê Îsraîl û Amerîkayê, darvekirna li dijî girtiyên muxalf, zêdetir kiriye.

Li gorî raporeke rêxistina mafê mirovan HANA`yê, îro di 2 gulanê de, Dewleta Îranê du girtiyên din ên bi navên Nasir Bekirzade û Yequb Kerîmpûr bi dar vekir.

Her du girtî bi haman tometa ku dewleta Îranê li dijî hemû girtiyên ku dar vedike bi idîaya sîxurên Îsraîlê ne, hatin darvekirn.

Dewleta Îranê ciwanekî kurd û yekî ezerî bi dar vekir

Nasir Bekirzadeyê yê Kurd 26 salî ye û xelkê Urmiyeyê ye.

Şaxê 39an a Dadgeha Şoreşê ya Îslamê bi bihaneya "komkirina zanyariyan li ser berpirsan, kesên olî û cihên hestiyar ên wekî Netenzê û şandina wan ji bo derveyî Îranê" cezayê darvekirinê dabû wî.

Li gorî rêxistina mafên mirovan HANA`yê, Nasir Bekirzade di Çileya 2024an de, hatibû girtin, û di dema lêpirsînê de, li navenda ragirtinê ya Sipahê Pasdarên Şoreşê li Urmiyê, ji mafên xwe yên bingehîn, di nav de gihîştina bi bandor a parêzerekî, danûstandina birêkûpêk û serdanên bi malbatê re, hatiye bêparkirin.

25ê Nîsana 2026`an ji bo Ofîsa Bicihanîna Cezayan a Girtîgeha Navendî ya Urmiyeyê, bangî wî hatibû kirin.

Li wir biryara dawî ya cezayê darvekirinê ku ji aliyê Şaxê 39an ê Dîwana Bilind a Welêt ve hatibû dayîn, bi awayekî fermî jê re hatibû ragihandin.

Welatiyê Azerî Yequb Kerîmpûr jî peyrewê ola Yarsan bû û dema şerê 12 rojî yê navbera Îran û Îsraîlê de hatibû girtin.

Şaxê Yekem a Dadgeha Şoreşê ya Urmiyeyê bi hinceta "sîxuriya ji bo Îsraîlê" cezayê darvekirinê dabû wî û meha borî jî Şaxê 9an a Dîwana Bilind cezayê wî pesend kiribû.

Ji destpêka adarê ve li Îranê herî kêm 21 kes hatine bidarvekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye