Amedspor ku di lîga 1'emîn de têdikoşe û parolaya wê ya îsal "şampiyona" ye, 5 formayên xwe yên ku di heyama 2025-2026'an de li xwe bike ku demeke berê dabû naskirin li mexazeyên Amedstoreyê bicihkirin.
Seroka duyemîn a Amed Sporê Şeyda Aslantaşê bang alîgirên xwe yên jin û ciwan kir ku bi kirîna formayên Amedsporê piştgiriyê bidin tîma xwe.
"Kesên ku formê sexte bifroşe wê rastî lêpirsînê hiqûqî bên"
Endamê Lijneya Rêveberiya Amedsporê Nedim Dalga jî kesên ku forma sexte ya Amed Sporê difroşin hişyarkir û got:
"Formayên heyama nû li Amedstoreyê û li ser înternetê hene û kesê ku hilberên me 'sixte' bifiroşe dê neçar bimîne ku bi buroya hiqûqê re mijûl bibe.