Plana Gianni Infantino yê derbarê FIFA'yê de hat betalkirin

Ji ber bertekên tund ên UEFA û konfederasyonên cîhanê, FIFA'yê projeya firotina pişkên Kûpaya Cîhanê betal kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê FIFA'yê Gianni Infantino ragihand ku projeya "Forward Enterprise" ya ji bo firotina pişkên Kûpaya Cîhanê bo veberhênerên taybet nehatiye pejirandin û bi tevahî hatiye betalkirin.

Infantino diyar kir ku ji bo rêgirtina li dabeşbûna di nava fûtbolê de ev biryar hildane.Yekîtiya Ewropayê (UEFA) gefa boykotkirina pêşbirkên FIFA'yê xwaribû û konfederasyonên wekî CONCACAF û AFC'yê jî bertekên tund nîşanî planê dabûn.

Di pey vê krîzê de, şêwirmendê payebilind ê FIFA'yê Carlos Cordeiro jî bi nîşandana berteka li hember vê projeyê ji wezîfeya xwe îstifa kir.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye