Li Başûrê Almanyayê agirê daristanan ji kontrolê derket

Li eyaleta Bavaria ya Almanyayê, agirê ku di daristanê de derket ji ber bayê tund ji kontrolê derket; zêdetirî 330 tîmên agirkujiyê ji bo vemirandinê hatin şandin lê erdê asê û bager karê wan asteng dike.

reset font size increase font size

Li nêzî herêma Freudenberg a ku girêdayî navçeya Upper Palatinate li başûrê Almanyayê ye, şewatekî mezin di daristanê de çêbû. Rêveberiya herêmî ya Amberg-Sulzbach ragihand ku ji ber bayê bihêz û bahozê, agir bi lez belav bûye û hîn nehatiye kontrolkirin.

Ji ber ku rûberê daristanê gelekî asê û çiyayî ye, tîmên agirkujiyê nikarin bi wesayîtan têkevin nav herêmê û tenê bi peyatî destwerdanê dikin. Rêveberiya agirkujiyê hişyarî da welatiyan ku nêzî herêmê nebin, derî û pencereyên malên xwe girtî bihêlin û sîstemên hewaderiyê (klîma) bisekinînin da ku xwe ji dûmana jehrî biparêzin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye