Real Madrid îro Tê Beramberî Bayren Munich

Di maça 2'emîn a çaryekfînala Lîga Şampiyonan de, dê îro Real Madrid bi Bayern Munich re bilîze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Maç, dê li stadyuma "Allianz Arena" di saet 22:00'an de were lîstin.

Real Madrîd, dixwaze têkçûna xwe ya 1-2 ya li malê di maça yekem a li dijî Bayernê ya hefteya borî de telafî bike.

Ji ber ku divê ew bi du golan bi ser bikeve ger ew bixwaze bigihîje nîvfînalên tûrnûvaya parzemînî.

Real Madrîd bi 15 şampiyoniyan rekora herî zêde serketinan di destê xwe de digire.

Arsenal û Sporting ji bo maça 2`yem îro tên beramberî hev

Li aliyek din îro Arsenal û Sporting jî ji bo maça çaryekfînalê tên beramberî hev.

Maç dê li stadyuma "Emirates" di saet 22:00'an de were lîstin.

Di maça borî de Arsenal li hember Sporting 1-0 bi serketibû.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye