Kûpaya cîhanê ya futbola biçûkkirî ya jinan li Hewlêrê dest pê kir

Wezareta Çand û Ciwanan li Hewlêrê, bi amadebûna rayedar û berpirsên werzîşê yên navdar, merasîma pêşkêşandina Kûpaya Cîhanê ya Futbola Biçûkkirî ya Jinan "Hewlêr 2025" pêk anî.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Mondyal duh li Başûrê Kurdistanê destpêkirin û hilbijartiya Kurdistanê di listika yekê de rûbirûyî hilbijartiya jinên Urdinê bû.

Serokê Federasyona mondyalê ragihand ku wan ji ber wê aramiya ku li Herêma Kurdistanê heye biryar da ku ew şampyon li Hewlêrê werê lidarxistin.

Mondiyal cara yekê ye ku li Hewlêrê bi tevlîbûna heşt hilbijartiyên parzemînên cuda hat lidarxistin.

Hilbijartiyên tevlîbûyî li ser du koman hatine parvekirin.

Kurdistan di mondyalê de li kêleka Urdin, Pakistan û Libnanê dilîze. Koma duyê jî ji Brazîl, Uganda û Misirê ye.

Hilbijartiya Kurdistanê bi rahêneriya Mezin Mihemed û alîkarên wî Zîne Cemîl û Lanya Sadiq tevlî wê şampyonê bûn.

Biryar e ku listika dawiyê jî roja 22'ê Îlonê li Hewlêrê bê lîstin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye