Di hefteya 30'emîn a Lîga 1'emîn a TFFê de nûnerê Amedsporê bi Stenbolê re rû bi rû ma.
Amedsporê ku bi bandor dest bi maçê kir, di nîvê yekem de performanseke bilind nîşan da.
Amedspor di deqeya 34'emîn de bi golên Afena-Gyan û di deqeya 39'emîn de bi gola M.Diagne 2-0 bi pêş ve çû.
Di nîva duyemîn de Amedsporê ku lîstikê kontrol kir û di deqeya 47'emîn de bi gola Mehmet Yeşîl re pêşiya sê golan zêde kir.
M.Diagne ku di deqeya 89'emîn a maçê de careke din derket ser dikê gol avêt maç bi 4-0 dawî kir.
Piştî vê serketinê, Amedsporê pûanên xwe derxist 61'ê û di lîgê de pileya xwe ya 3'yemîn parast.
Mesut Bakkal divê em di hemû maçan de bi ser bikevin
Rêhenerê Amedsporê Mesut Bakkal li ser serkeftina Stenbolê daxuyanî da.
Bakkal got, ''Divê em hemû maçan qezenc bikin da ku ferqa pûanan bigirin.''
''Em pir kêfxweş dibin ku encamên xebata ku me li ser perçeyên setê kir, bi taybetî ji ber ku lîstikvanên me yên pir dirêj hene.
Li gorî armanca ku me danî pêşya xwe ev maça min a 5'emîn e, me 11 pûan bi dest xist, lê ji ber ku em 3-4 pûan li paş in ku em bigihêjin taximê din.
Ji bo girtina vê valahiyê, divê em hemû maçên mayî bi ser bixin.
Ev nêzîkatiya ku me dest pê kir, Hefteya borî me Serikspor têk bir, vê hefteyê ji Îstanbulspor tek bir.
Roja yekşemê maça me ya Manisa û piştî wê jî maça Hatayê heye."