Nirxê petrolê careke din bilind bû

Ji ber şerê li herêmê nirxê Petrolê roja pênçemê careke din bilind bû. Îran jî got ku divê cîhan xwe ji bo gihîştina 200 dolarî ji bo bihayê bermîlek petrolê amade bike. Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî pêşniyar kir ku mîqdarên mezin ên rezervên stratejîk werin berdan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji dema destpêkirina rêgeşiya leşkerî ya di navbera Îsraîl- Amerîka û Îranê de, bihahên petrolê hertim di guhrtinê de ye.

 

Ev yek jî di encama girtina Tengava Hurmizê ji bo keştiyên Bazirganiyê de pêk hatiye.

 

Nirxa petrola Brent 5.69 dolar an jî ji sedî 6.19 zêde bû û îro jî, gihîşt 97.67 dolarî ji bo bermîlekê.

 

Nirxa petrola Navînîya Teksasa Rojava ya DYA 5.11 dolar an jî ji sedî 5.86 zêde bû û gihîşt 92.36 dolarî û ev yek jî zêdebûneke ber biçav derdixe pêş.

 

 

Îran: Divê cîhan xwe ji bo gihîştina 200 dolarî ji bo bihayê bermîlek petrolê amade bike

 

 

Beriya vê  rayedarên ewlehiyê yên Îraqê gotin ku qeyikên Îranî yên bi teqemeniyan barkirî li du tankerên sotemeniyê xistine.

 

Duh şeva 11`ê Adarê jî, Îranê daxuya kirin ku divê cîhan xwe ji bo gihîştina 200 dolarî ji bo bihayê bermîlek petrolê amade bike.

 

Ev jî, piştî ku hêzên dewleta Îranê êrîşî keştîyên bazirganî li Kendavê kirin.

 

 

"Divê mîqdarên mezin ên rezervên stratejîk werin berdan"

 

Ajansa Enerjiyê ya Navneteweyî pêşniyar kir ku mîqdarên mezin ên rezervên stratejîk werin berdan da ku yek ji xirabtirîn şokên bihayê petrolê ji salên 1970'an vir ve were kêmkirin.

 

 

Di encama bihayên petrolê de Endeksa Nikkei ya Japonê daket

 

 

Her wiha di encama bihayên petrolê de jî, endeksa Nikkei ya Japonê daket.

 

Reutersê da zanîn ku rêveberê portfoliyoyê yê payebilind Takamasa Ikeda, li JCI Asset Management, got ku bazar texmîn dike ku şer dirêj bibe. Bihayên petrolê zêde bûne ev yek veberhêneran teşwîq kiriye ku stokan bifroşin.

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye