Fenerbahçeyê li hember Gençlerbirligi 2-1 têk çû

Fenerbahçe, li hember tîma Gençlerbirligiyê bi 2-1 têk çû. Tîma zer-şîn sezona Sûper Ligêde bê pûan dest pê kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di hefteya destpêkê ya Trendyol Sûper Lig de, Fenerbahçe serdana Gençlerbirligi kir.

Maça ku li Stadyuma Eryaman hat lîstin, bi serkeftina 2-1 ji bo tîma malê bi dawî bû.

Fenerbahçe di deqeya 13'an de bi rêya Talisca encama destpêkê vekir.

Di deqeya 37'an de, Tongya ji xeletiyek parastinê sûd wergirt û maç wekhev kir.

Nîva yekem 1-1 bi dawî bû.

Fenerbahçe bi Ismail Kartal re bê pûan dest pê kir

Tîma malê di deqeya 56'an de bi rêya Ogulcan Ûlgûn pêş ket.

Ti golên din nehatin avêtin û tîma sor û reş li hemberî Fenerbahçê bi ser ket.

Bi vî awayî, tîma Metin Diyadin sezon bi 3 pûanan dest pê kir.

Lê belê Fenerbahçe bi Ismail Kartal re bê pûan dest pê kir.

 Di hefteya bê ya Sûper Lig de, Fenerbahçe dê li mala xwe de mazûvaniya Konyasporê bike.

Her wiha tîma Gençlerbirligi dê serdana Goztepe bike.

Di heman demê de, Fenerbahçe dê roja sêşemê di maça yekem a tûra play-offê ya Lîga Şampiyonan de mazûvaniya tîma Fransa Lyonê bike.

Rêzeya golên Talisca berdewam dike

Lîstikvanê Brezîlyayî yê Fenerbahçeyê Anderson Talisca jî di maça Gençlerbirligiyê de gol avêt.

Lîstikvanê stêrk di her maça ku tîma wî îsal lîstiye de gol avêtiye.

Talisca berê li dijî Gornik Zabrze û Sturm Graz carekê gol avêtibû.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye