Fransa bi serkeftina 2-0 li hember Mexribê bû yekemîn nîvfînalîst

Fransa di maça çaryekfînalê ya Kûpaya Cîhanê de Mexrib 2-0 têk bir û derbasî nîvfînalê bû. Tîma Frnasa dê di nîvfînalê de bi tîma serkeftî ya maça Spanya û Belçîkayê re bilîze.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Fransa û Mexrib di maça yekem a çaryekfînalê ya Kûpaya Cîhanê ya sala 2026an de hatin beramberî hev.

Di deqeya 25an a maçê de ku li Stadyuma Bostonê hat lîstin, piştî ku Kylian Mbappe di qada penaltiyê de rastî xeletiyekê hat, penaltiyek ji Fransayê re hat dayîn.

Di deqeya 28an de, Mbappe ji bo avêtina penaltiyê gav avêt pêş, lê golparêz Yassine Bounou penaltî parast.

Nîva yekem a maçê bi wekhevî bê gol bi dawî bû.

Di deqeya 60emîn de, Mbappe gol avêt û Fransa bi 1-0 pêş xist.

Di deqeya 66an de, Fransa bi gola Ousmane Dembele pêşengiya xwe gihand 2-0.

Mbappe, ku di deqeya 77an de birîndar bû, li şûna wî Mateta hat danîn.

Ji ber ku di deqeyê mayî de ti golên din nehatin avêtin, Fransayê bi 2-0 Mexrib têk bir û derbasî nîvfînalê bû.

Kylian Mbappe, ku bi 1 gol û 1 asîstê kir, û di navbera Fransa û Mexribê de wekî Lîstikvanê Maçê hat hilbijartin.

Maça Spanya û Belçîkayê dê îro saet 22:00 were lîstin.

Maça nîvfînalê dê roja 14'ê tîrmehê saet 22:00 were lîstin.

Di Kûpaya Cîhanê de Mbappe dîrokê dinivîse

Stêrka tîma neteweyî ya Fransayê Kylian Mbappe di dîroka Kûpaya Cîhanê de rekordek girîng tomar kir.

Mbappe li dijî Mexribê lîst û gihîşt 20'emîn maça xwe ya Kûpaya Cîhanê.

Stêrkê Fransî bû lîstikvanê herî ciwan ku gihîşt vê qonaxê.

Mbappe, ku di Kûpaya Cîhanê ya 2018'an de di tenê 19 saliya xwe de yekem maça xwe kir,

Wê salê şampiyonî qezenc kir û di sala 2022'an de bi Fransayê re gihîşt fînalê.

Di vê navberi de tîma Dawî ya Afrîkî ji Kûpaya Cîhanê Hat Derxistin

Rêwîtiya parzemîna Afrîkayê di Kûpaya Cîhanê ya sala 2026'an de bi dawî hat. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye