Li gorî agahiyan, berpirsên payebilind ên Qeterê jî li Londonê ne da ku cuda bi Witkoff re bicivin.
Çavkaniyek agahdar ragihand ku Amerîkî niha di navbera Îsraîl û Qeterê de navbeynkariyê dikin, da ku aloziya di navbera wan de derbas bikin.
Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Marco Rubio berê diyar kiribû ku tenê Qeter dikare di mijara Xezeyê de navbeynkariyê bike.
Rubio eşkere kir ku DYA’ê li ber qedandina peymaneke hevkariya parastinê bi Qeterê re ye.