Şerê li Sûdan ku di 15´ê Nîsana 2023´an de dest pê kiribû.
Îro şerê li Sûdanê dikeve sala xwe ya 4´emîn.
Ev şer di navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) de rû dide.
Artêşa Sûdanê, ji hêla General Abdel Fattah Al-Burhan tê bi rêvebirin û Hêzên Piştgiriya Lezgîn ji hêla Mohamed Hamdan Dagalo tê birêvebirin.
Herdu aliyan di destpêkê de hevkar bûn, lê paşê li ser desthilatdariyê û rêveberiya welat ketin nakokiyê.
Di sê salên borî de, ev şer bû sedema yek ji krîzên herî mezin ên mirovahiyê li cîhanê.
Li Sûdanê zêdetirî 10 milyon kes ji malên xwe koçber bûne
Li gor rêxistinên navneteweyî, zêdetirî 10 milyon kes ji malên xwe koçber bûne.
Her weha, şert û mercên jiyanê gelek dijwar bûne.
Gelê Sûdanê bi kêmbûna xwarin, ava paqij û dermanan re rû bi rû ne.
Her Neteweyên Yekbûyî jî hişyariyê dide ku bi mîlyonan kes li Sûdanê di bin xetereya birçîbûnê de ne û gelek zarok di şert û mercên pir dijwar de dijîn.
Herêma Darfur bi taybetî di bin bandora tundiyê de ye.
Li wê derê raporên kuştin, talan û binpêkirina mafên mirovan zêde bûne.
Ev herêm di dîroka xwe de jî şer û krîzên mezin dîtine, lê rewşa niha ji ber tunebûna alîkariya têr, zêdetir xeternak bûye.
Di heman demê de, şer li herêma başûr-rojavayê Kordofan û eyaleta başûr-rojhilatê Nîla Şîn dijwartir dibe.
Êrîşên bi dronan li wan deran zêde bûne.
Di sê mehên pêşîn ên vê salê de nêzîkî 700 sivîl hatine kuştin
Herî dawiyê Cîgirê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî ji bo Karûbarên Mirovî Tom Fletcher diyar kir ku di sê mehên pêşîn ên vê salê de, nêzîkî 700 sivîl di êrîşên bi dronan de, hatine kuştin.
Ji ber şerê li Sûdanê 21 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne
Şer, 21 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû hiştine.
Bernameya Pêşveçûnê ya Neteweyên Yekbûyî ku daneyên xwe dispêre li gorî nûnerê Neteweyên Yekbûyî Luca Renda xizanî duqat zêde bûye û gihîştiye %70.
Tevî şerên berdewam li eyaleta Kordofan û Nîla Şîn, Xartûm ji dema ku artêşa Sûdanê par kontrola xwe ji nû ve bi dest xistiye û heta radeyekê aram bûye.
Hewldanên ji nû ve avakirinê dest pê kirine, bazar ji nû ve hatine vekirin.
Her wiha li wê derê piştî du salan ji rawestandina ezmûnan hefteya borî ezmûnên refa 12´an hatin lidarxistin.
Di vê navberê de, daneyên NY nîşan didin ku nêzîkî 1.7 mîlyon mirovên ku ji Sûdanê koçber bibûn vegeriyane Xartûmê.
Li Berlînê ji bo bidawîanîna şerê li Sûdanê civînek hat lidarxistin
Di vê çarçoveyê de, li Berlînê civîneke girîng hat lidarxistin ku tê de Netewên Yekbûyî û gelek welatên din beşdar bûn.
Armanca civînê ew bû ku rêyek ji bo rawestandina şer û zêdekirina alîkariya mirovahî peyda bikin.
Lê her çend daxwazên aştîyê hatin kirin, lê heta niha encameke pratîkî çênebûye.
Herdu aliyên şer hîn jî şer didomînin û gelek caran şertên rawestandina agirbestê bin pê dikin.
Civaka navneteweyî dixwaze ku rêkeftineke siyasî were çêkirin, lê her du alî astrngiyan derdixin.
Gelek şirovekar diyar dikin ku ger ev şer bi vî awayî bidome, ew ê ne tenê Sudan, li herêmên din jî krîzên mezin çêbibin.
Ji ber vê yekê, daxwaza rawestandina şer û destpêkirina danûstandinên rastîn ji her tiştî girîngtir in.