Piştî ku şerê di navbera Îran û Amerîkayê de bi dawî bû
Malpera Axiosê ragihand ku gera nû ya dan û standinên di navbera Washington û Tehranê de gengaz e ku hefteya bê li Swîsreyê were lidarxistin.
Di heman demê de, Serokê Amerîkayê Donald Trump li ser platforma Truth Socialê nivîsand ku wî daxwaza Tehranê ya berdewamiya danûstandinan pejirandiye.
Lê Donald Trump ji wan re got ku agirbest bi dawî bûye.
Di vê navberê de, ajansa nûçeyan a Farisê nûçeya dan û standinên Îran û Amerîkayê yên hefteya bê red kir.
Ajansa nûçeyan a Farisê daxuyand ku raporên li ser gera nû ya danûstandinên di navbera Îran û Amerîkayê de hefteya bê ne rast in.
EBAS ERAQÇÎ JI BO DANÛSTANDINAN ÇÛ UMANÊ
Têkildarî mijara danûstandinan, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Ebas Eraqçî ji bo ku hevdîtinan bi rayedarên Umanî re pêk bîne, roja şemiyê çû paytexta Umanê, Mesqetê.
Li gorî çavkaniyan, ev serdan di çarçoveya şêwirmendiyên dualî yên di navbera Îran û Umanê de li ser pêşketinên herêmî û bi taybetî Tengava Hurmizê pêk hat.
Wezîrên Karên Derve yên Îran û Umanê biryar e ku li ser avakirina mekanîzmayên guncaw nîqaş bikin û nêrînên xwe bi par ve bikin.
Ev serdan di demekê de pêk tê ku di rojên dawî de bi êrîşên dijber yên Amerîka û Îranê re, rageşiya li ser Tengava Hurmizê zêde bûye.
Her wiha şandeyek ji danûstandkarên Qeterî bi armanca vekirina rê ji bo ji nû ve destpêkirina dan û standinên Îran û Amerîkayê çû Îranê.
BEQAYÎ: EM DESTÛRÊ NADIN VEKOLÎNA PÊGEHÊN NUKLEERÎ
Ji aliyekî din ve, Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî di hevpeyvîneke televîzyonî de ragihand ku Îran destûrê nade vekolîna pêgehên ku di êrîşên Amerîka û Îsraîlê de zirar dîtine.
Îsmaîl Beqayî her wiha behsa biryara 2231 a Konseya Ewlehiyê kir û got ku dema vê biryarê qediyaye û di nerîna Îranê de êdî nirxê wê yê yasayî tune ye.
Di dawiyê de, Îsmaîl Beqayî anî ziman ku Tehranê ti daxwazek ji bo danûstandinên bi Amerîkayê re nekiriye.