Eraqçî: Her biryarek Konseya Ewlehiyê dê bibe beşek ji pirsgirêkê

Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Eraqçî pêşketinên dawî yên li herêmê bi hevtayê xwe yê Rûsî Sergei Lavrov re nîqaş kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Eraqçî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser binesaziya zanistî û sivîl a Îranê bi tundî şermezar kir û mafê welatê xwe yê parastina serweriya xwe tekez kir.

Derbarê rewşa li Tengava Hurmuzê de, Eraqçî got ku; bêîstîqrariya li herêmê encama êrîşa leşkerî ya Amerîka û Îsraîlê ye.

Wî hişyarî da ku her biryarek Konseya Ewlehiyê dê tenê rewşê tevlihev bike û bibe beşek ji pirsgirêkê.

Pilan e ku îro Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li ser pêşnûmebiryarek derbarê Tengava Hurmuzê de deng bide.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye