Şîrketên veguhestinê ragihand ku wan geştên xwe ji Şamê bo Hesekê di rêya Dêra Zorê re dest pê kirine û ji sibe ve hatinûçûyîn bi fermî bi rê ve diçin.
Kompaniyan da zanîn ku wan di heyama çend rojên bûrî de çend hatinûçûyîn wekî têst di wê rêyê re pêkanîne û tekezî ji ewlehiya wê kirine.
Her wiha hate diyar kirin ku hikumeta veguhêz rê girtibû tenê rê dabû Xwendekar û nexweşiyên giran rê bikar bînin.
Şîrketan destnîşan kirin ku rêya ku ew niha bi kar tînin ti pirsgirêka wê nîne bendên kontrolê jî astengiyan ji bo şofêran dernaxin û rê bi ewle ye.