Di maça Bursaspor û Somasporê de komeke alîgiran bi dijûnên zayendperest Siyasetmedara Kurd Leyla Zana kiribû hedef.
Amedsporê ji bo piştgiriya bi Leyla Zanayê re, biryar da ku ji bo maça Îğdırsporê ya di 28'ê Kanunê de dê bê lîstin, tribunên xwe bêpere ji bo jinan veke.
Cîgira Seroka Amedsporê Şeyda Arslantaş got, "Em ê bi zêdekirina hejmara jinan li tribunan bersiva herî baş bidin êrîşan.
Şeyda Arslantaş dibêje, "êrîşên nijadperest ên li dijî Leyla Zana êrîşek li ser nasnameya jinan e ku Amedspor bi salan e li hember vê têdikoşe. ji bo piştgiriya bi Leyla Zanayê re dê maça Amedspor-Iğdırsporê ya 28ê Kanûnê dê ji bo jinan belaş be.
Cîgira Seroka Amedsporê dibêje," Em dixwazin bi bilindkirina hejmara jinana ya li li tribunan bibînin bersiva herî baş bidin.
Her wiha jinên dixwazin biletên belaş dest bixin û piştgirî bidin Leyla Zanayê divê biçin navendên jinan ên şaredariyên DEM Partiyê û jimareyên nasnameya xwe deynin.
Batman Petrolspor: Leyla Zana rûmeta me ye
Her her wiha di dema maça Batman Petrolspor û Bucasporê de, polîsan rê li ber nîşandana posterê siyasetmedara Kurd Leyla Zana girt û destûr nedan ku alîgir bi posterê Zana bikeve tirûbûnan.
Aligirên BatmAlîgirên Batman Petrolsporê ji tirûbûnên xwe pişgiriya bi Leyla Zanayê re nîşan dan û durişmeyên " Leyla Zana rûmeta me ye" qîriyanan Petrolsporê ji tirûbûnên xwe pişgiriya bi Leyla Zanayê re nîşan dan û durişmeyên " Leyla Zana rûmeta me ye" qîriyan.