Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê Bese Hozat ku pêşengî ji merasîma çekdanînê ya Koma Aştî û Civaka Demokratîk a ji 30 kesan pêk dihat kir, têkildarî merasîmê ji Numedya24 re axivî.
Besê Hozat got: “Me vê gavê bi biryarekî zelal avêt. Çalakiyekî siyasî ye û em dixwazin bersivê vê bibînin.”
Hevseroka Konseya Rêveber a KCKê li ser navê komê axivî û destnîşan kir ku pêvajo bi banga Rêber Apo hatiye destpêkirin û tu dudilî nehatiye jiyankirin.
‘EM BÊDUDILÎ HATIN’
Besê Hozat wiha berdewamî da axaftinê xwe: “Hatina me ya vir bi biryarekî pir zelal pêk hat. Em dizanin bê ka em ji ber çi li vê derê ne. Ev gavê me helwestekî siyasî ye.” Hozat diyar kir ku ev li gorî banga Rêber Apo a a 27ê Sibatê tevdigerin û got `Di aliyê rêveberiyê de tu dudilî` çênebû.”
‘ME JI BO ÇARSERIYA SIYASÎ GAVÊ AVÊT’
Hozat anî ser ziman ku biryara çekberdanê nîşandana niyeta baş e û got ku divê ev gav bê bersiv nemîne.
Besê Hozat got: “Em naxwazin qîma xwe tenê bi ji çiyê daketinê bînin. Em dixwazin li Amed, Enqere, Stenbolê bibin pêşengên siyaseta demokratîk” û bilêv kir ku nêzîkatiya heyî ya dewletê vê derbasbûnê zehmet dike.
‘ÇEK ÊDÎ NE ASTENG IN’
Hozat têkildarî çekên ku li merasîmê hatin şewitandin axivî û ev nirxandin kir: “Ji bo tevgereke ku banga siyaseta demokratîk dike, çek êdî ne asteng in. Em dixwazin van astengiyan bi cidîyet û berpirsyariyê rakin.”
Hozat destnîşan kir ku pêvajoya aştiyê wê bi yek alî nebe.
‘ME FEDAKARÎ NÎŞAN DA, NIHA EM LI BENDA GAVÊ NE’
Hevseroka Rêveberiya KCK Besê Hozat diyar kir ku wan ji bo rêveçûyîna pêvajoyê tişta ku ji destê wan hatî kirin û fedakarî nîşandan û ev tişt anî ziman:
“Êdî dora aliyê din e. Em li benda gavên ku werin avêtinê ne. Ji bo dewama pêvajoyê wê nêzîkatiya dewletê diyarker be.”
‘CIL Û BERGÊN MIN NASNAMA MIN A SÎYASÎ TEMSÎL DIKE’
Hozat, li ser pirsa, ‘Çima çil û bergên we ji gerîlayên din cûdatir bûn’ ev bersiv da: “Ez wek nûnera tevgerekî siyasî beşdarî vê merasîmê bûm. Ji ber vê yekê min cil û bergekî cuda tercîh kir. Ez peywira Hevserokatiya KCKê ji temsîl dikim.”