Çavkaniyan ji Ajansa Hawar a Nûçeyan re ragihand ku, Hêzên girêdayî Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê duh li gundê Nîrebiyê yê ku dikeve bakurê Helebê, bi ser malên Kurdan de girtin û 2 kes destgîr kirin.
Li gorî ku hat ragihandin, duh 20 endamên hêzên hikûmetê bi 4 wesayîtên leşkerî bi bihaneya ku ev ciwan bi Rêveberiya Xweser re dixebitîn, destgîr kirine.
Hat zanîn ku bi ser malên Abdulcelîl Îdan, Hekîm Şahîn, Şahîn Hekîm Şahîn, Îmad Abdul El Cewad , Mihemed Nûrî Miho, Abdul El Cewad Abdulqadir Wilo, Ziyad Ehmed Abdulqadir Wilo û Selih Mihemed Abdulqadir Wilo de girtine.
Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê her du welatiyên Kurd, Îmad Ebdulcewad û Şahîn Hekîm hatine destgîrkirin û îro hatine berdan.
Lê îro jî koçberekî ji gundewarê Efrînê yê ku duh di koma sêyemîn de vegeriyabû Efrînê, hat revandin.