Serokê Berê yê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê (IKBY) û Serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) Mesûd Barzanî beriya çend rojan (29’ê Mijdarê) li Cîzirê beşdarî Sempozuma Melayê Cizîrê bûbû.
Lê ji axaftinên wî bêtir, peşmergeyên ku ji bo parastina Barzanî pê re hatibûn û di destê wan de çêk hebû,li Tirkiyê bû sedema qeyranekê.
Omer Çelîk: Li ser dîmenan lêpirsîn hat destpêkirin
Berdevkê AKP’yê Omer Çelîk ragihand ku Wezareta Karên Navxwe ya Tirkiyê li ser serdana Barzanî ya Cizîra Botan û belavbûna dîmenên parêzvanan dest bi lêpirsînê kiriye û du mufettiş erkdar kirine.
Li ser belavbûna dîmenên parezvanên Barzanî ku ala Kurdistanê li ser milê wan bû, Serokê MHP’yê Devlet Bahçelî jî gotibû, "Dewleta me xwedî desthilat, hêz û şiyana pêwîst e ku hemû mêhvanan biparêze. Belavbûna dîmenên wisa bi tevahî rezalet e.”
Baregeha Barzanî bersiv da daxuyaniya Devlet Bahçelî û got, "Bahçelî dest ji nijadperestî û şoveniyê bernedaye, diyar e ku ew hîn jî Gurê Boz ê berê ye û niha ketiye postê mihan."
Her wiha damezrînerê AKP'yê û Alîkarê Serokwezîr ê berê yê Tirkiyê Bulent Arinç ji ser hesabê xwe yê medayaya dîjîtalê li ser serdana Barzanî ya Cizîrê daxuyanî da û diyar kir ku ew rexneyên li ser vê serdanê "cih de nabînê".