Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a ÎHD li avahiya komeleyê rapora xwe ya “Şopandina Binpêkirinên Mafan a Girtîgehên Tirkiyeyê ya sala 2024’an eşkere kir.
Hevberdevka Komîsyona Navendî ya Girtîgehan a ÎHD Nuray Çevîrmen rapor xwend.
Çevîrmen da zanîn ku girtiyên nexweş rexmî rewşa xwe yî giran nayên berdan û wiha got: "
Bi qasî me tespît kiriye; li girtîgehan herî kêm 161 jê jin, hezar û 412 girtiyên nexweş hene û rewşa 335’ê wan jî giran e."
Nûray Çevîrmen diyar kir ku li gorî daneyên wan, di sala 2024’an de di bin sernavê mafê tenduristiyê de 5 hezar û 526 binpêkirinên mafan hatine kirin.
ÎHD: 818 kesan li girtîgehê jiyan xwe ji dest dane
Nuray Çevîrmen destnîşan kir ku li gorî daneyên Wezareta Dadê 2024’an 818 girtiyên li girtîgehê jiyana xwe ji dest dane.
Ji bo îşkence û miameleya xirab û biçûkxistinê jî Nuray çevîrmen diyar kir ku zêde bûnek heye û di bin van sernavan de 4 hezar û 745 binpêkirin hatine kirin.
Di daxuyaniyê de Nuray Çevîrmen li ser nedayina rojnameyên Yenî Yaşam, Evrensel û Bîrgunê sekînî û da zanîn ku di mijara çalakiyên civakî de 4 hezar û 28, di mijara mafê pêwendî danînê de 4 hezar û 474, di mijara mefê agahî girtinê de 3 hezar û 261 caran mafê girtiyan hatiye binpêkirin.
Nuray Çevîrmen diyar kir ku li gor daneyên 2’yê Kanûna 2024’an li girtigehê 16 hezar û 419 jin û dîsa li gor danêyên 2’yê Îlona 2024’an 759 zarokên temenê wan 0-6’e bi dayikên xwe re li girtigehê dimînin. Ji bo van zarokan Nuray Çevîrmen da zanîn ku mafê wan yê pêşketina bi ewle û tendurîstiyê tê binpêkirin.
Nûray Çevîrmen da zanîn ku midûriyeta giştî di der heqê girtiyên astengdar de daneyan parve nake lê di encama serlêdanên ji bo saziya wan de hîn bûne ku rastî îşkence û miameleya nebaş tên û mafên wan tên binpêkirin.