Kurdên Êzidî îsal li Laleşê cejinê nakin

Ji ber rewşa siyasî û parastina jiyana welatiyan îsal Kurdên Êzidî li Perestgeha Laleşê cejina xwe pîroz nakin. Şêwirmendê Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo diyar kir ku ji ber rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û herêmê, wan biryar daye ku li Laleşê cejin nayê pîrozkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî biryar da ku îsal ti merasîmên fermî yên Cejna Serê Salê ya Êzidiyan li Perestgeha Lalişê nayên kirin.

Ev biryar ji bo parastina jiyana welatiyan, ji ber rewşa siyasî û ewlehiyê ya li herêmê hatiye girtin.

Şêwirmendê Encûmena Rûhanî ya Kurdên Êzidî Xalid Nermo di der barê biryarê de ji Rûdawê re axivî.

Xalid Nermo wiha got:

"Ji bo parastina jiyana welatiyan, ji ber rewşa giştî ya Rojhilata Navîn û herêmê, îsal ti merasîmên Cejna Serê Salê li Perestgeha Laleşê nayên kirin."

Her wiha Xalid Nermo da zanîn ku Salane di vê pîrozbahiyê de nêzîkî 30 hezar kes li Perestgeha Laleşê kom dibûn û cejin pîroz dikirin.

Xalid Nermo wiha wiha domand:

"Lê ji bo îsal ku sersal dikeve di 15'ê nîsanê de, ti komcivîn û kombûn li Laleşê çênabin.

Xelk dikare li malên xwe merasîmên cejnê li dar bixe."

Çarşema Sor çi ye?

Cejna Serê Salê ya Êzidiyan ku wekî "Çarşema Sor" jî tê naskirin û dikeve di Çarşema sêyem a meha nîsanê de.

Ji êvara Sêşemê ve Babêşêx û mezinên olî yên Êzidiyan li Laleşê kom dibin û wekî sembola rojên salê, 366 mûm di nava Perestgeha Laleşê de vêdixin.

Beşek ji Êzidiyan di wê rojê de serdana goristanan dikin.

Li malan cureyeke nan tê çêkirin ku jê re "sewik" tê gotin û piştre ew nan tê belavkirin.

Hêjayî gotinê ye, balkêştirîn tiştên ku Kurdên Êzidî di vê cejinê de dikin ew e, ku hêkan dikelînin û wan bi rengan dixemilînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye