Li bajarê Abdullah Ocallan agirê Newrozê pêket

Li Parka 4'ê Nîsanê ya navçeya Xelfetî ya Rihayê bi dirûşmeya "Azadî û Demokrasî" pîrozbahiyek Cejna Newrozê hat lidarxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Xelfetîyê, bajarê jidayikbûna Abdullah Ocalan, pîrozbahiyek bi dirûşmeya Azadî û Demokrasiyê de agirê Newrozê hat pêxistin.

Nûnerên partiyên siyasî û gelek welatî beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Her wiha pankartek a ku wêneyê endamê Konseya Hevserokatiya PYD'ê Salih Muslim ser bû, ku di 11'ê Adarê de koça dawî kiribû li ser dikê hat daliqandin.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin.

Ayşe Surucu, hevseroka şaxê Rihayê ya DEM Partiyê, di pîrozbahiyê de axivî û cejna Newrozê li her kesî pîroz kir û kesên ku di têkoşînê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî.

Ayşe Surucu bibîr xist ku Xelfetî cihê jidayikbûna Rêberê damizrînerê PKK'ê Abdullah Ocalan e û Cejna Newrozê li hemû gelan pîroz kir.

Parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Ferît Şenyaşar jî di axaftina xwe de cejna Newrozê pîroz kir û got, "Em li Xelfetîyê, li bajarê rêberê xwe ne. 

Em silavên xwe ji rêberê xwe yê li vir re dişînin. Cejna Newrozê pîroz be.

Kurd Nasname, çand û zimanê xwe yê Kurdî dixwazin. Li bajarê rêberê xwe, ez ji malbata Salih Muslim û hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazim."

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye