Hevseroka Partiya DEMê Tulay Hatîmogullari ji Ajansa Mezopotamyayê re derbarê pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û gavên ku divê pêvajoyê de divê werin avêtin nirxandin.
'Mafê hêviyê yê Birêz Ocalan divê pêk bê'
Tulay Hatîmogullari diyar kir ku divê Tirkiye û hemû hêzên demokratîk piştgiriyek pir xurt bidin Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û gavên berbiçav ên ku ji niha û pê ve divê werin avêtin wiha rave kir:
"Mafê hêviyê mijareke girîng e ku divê bi birêz Ocalan dest pê bike û ji bo hemû girtiyên siyasî yên ku 25 sal di girtîgehê ne derbasdar be.
Mijareke din jî ew e ku ji bo Birêz Abdullah Ocalan şert û mercên ku ew bikaribe bi azadî bijî û bixebite hebin."
'Hemû kes dixwaze bi Ocalan re hevdîtinê bike'
Tulay Hatimogullari li ser daxwaza Komîsyona Meclîsê ya ji bo çûna Îmraliyê û hevdîtina bi Rêbere Gelê Kurd Abdullah Ocalan re wiha axivî:
"Em hêvî dikin ku ev civîn pêk were. Her kes dizane ku di vê pêvajoyê de bêyî şêwirîna bi wî re tu pêşveçûn çênabe.
Ji ber vê yekê, rêxistina wî bi xwe vê yekê dixwaze, gelê Tirk-Kurd vê yekê dixwaze û hêzên demokrasiyê vê yekê dixwazin.
Em bawer dikin ku ger civîn pêk were, birêz Ocalan dê beşdarîyên girîng di vê pêvajoyê de bike."
Her saetek ku Demîrtaş û Yûksekdag li girtîgehê dimînin, binpêkirin e'
Tulay Hatîmogûllari li ser biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) ya derbarê Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş de jî axivî û ev tişt got:
"Ev cara sêyemîn e ku DMME biryarek dide, lê dîsa jî ew biryar nehatiye bicîhanîn.
Nebicîhanîna vê biryarê sûc e. Ji ber vê yekê, wekî ku Bahçelî tekez kir, divê ev biryar bi lez û bez were bicîhanîn."
'Modela Rojava modela herî pêwîst ya li Sûriyê ye'
Hevseroka Partiya DEMê Tulay Hatîmogûllari hevdîtinên di navbera Herêma Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Hikûmeta Vegûhêz ya Sûriyê jî nirxand û vegot:
"Modela Rojava niha ji bo hemî welatên herêmê, bi taybetî ji bo Sûriyê, modela herî pêwîst e.
Em hêvî dikin ku danûstandinên di navbera rêveberiya Şamê û QSD'ê de, bi awayekî saxlem pêşve biçin û gavên berbiçav ber bi avakirina Sûriyeyeke demokratîk ve werin avêtin.”