Di Konferansa Hesekê de 400 delege beşdar bûn

Li bajarê Hesekê Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 400 delegeyan ji hemû pêkhateyan, hat lidarxistin. Di konferansê de, Kurd, Ereb, Suriyan Asûrî, Ermen wek netewe beşdar bûn her wiha wek ol û mezheb jî zana û kesayetiyên olî yên Misilman, Xiristiyan, Êzidî, Elewî, Sunnî û Durzî jî amade bûn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hesekê deriyê xwe ji tevahiya pêkhate, çand, ol û zimanên cuda yên Sûriyeyê re vedike.

Konferansa Yekhelwesta Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi beşdariya 400 delegeyan duh, li bajarê Hesekê bi dirûşmeya "Bi hev re ji bo pirrengiyek ku yekîtiya me xurt dike û hevkariyek ku pêşeroja me ava dike" hat lidarxistin.

 

Daxwaza parastina mafê tevahiya pêkhateyan li Sûriyeyê hat kirin

 

Axaftina vekirinê ya Konferansê ji aliyê Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed ve hat xwendin.

Ji aliyê xwe ve jî Hevserokê Meclîsa Cîbicîkar a Rêveberiya Xweser Hisên Osman diyar kir ku tecrubeya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tekez dike ku pêşeroja Sûriyeya Demokratîk tenê bi beşdarbûna hemû pêkhateyan wê misoger bibe. 

Her wiha Osman da zanîn ku divê Sûriye hemû pêkhate û neteweyan hembêz bike.

Li ser navê Meclîsa Sûriye Demokratîk jî Hevseroka wê Leyla Qehreman destnîşan kir ku aştiya navxwe û yekhelwesta civakî şertek bingehîn e ji bo avakirina rêveberiyek demokratîk.

 

Di Konferansa Hesekê de tekezî li ser rola jinan hat kirin

 

Leyla Qehreman berdewam kir ku tu aştî li Sûriyê çênabe ger rola jinê di avakirina Sûriyeyê de neyê îsbatkirin û got:" Em tekez dikin ku divê jin weke hevkar û bingeha avakirina Sûriyeyeke demokratîk were nîşandan."

Ji aliyê Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî Rêveberiya Meclîsê Emîne Omer eşkere kir ku salên dirêj, Sûriye di nav şer de bû. Gelê Sûriyeyê gelek êş û zehmetî kişandin û bi taybet jin di vî şerî de, bi işkence û destdirêjiyan re derbas bû.

 

MSD`ê piştgiriya mafê tevahiya jinên Sûriyeyê dike

Emîne Omer anî ziman ku ew weke Meclîsa Jinê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina mafê jinan û pêşxistina wê kar dikin.

Emîne Omer got ku destkeftiyên jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di heman demê de, weke destkeftiya hemû jinên li Sûriyeyê ne.

 

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24